1. tê de Parasetamol, Klorfenîramîn maleat, Psodoefedrîn hîdroklorur heye. ji bo kêmkirina şîkayetan, nexweşiya grîpê de gelekî kêrhatî ye. |
|
12.01.2014 11:29 |
simurg56
|
2. dermanek pîroz e. ger ku hûn zêde bigrin xewa mirov tîne. li her derê tê firotîn. hûn dizanin çima ez wer dibêjim? bersiva wî : binê mala min gaffur supermarket heye û wê derê tê firotin. berê avê germ bikin. dû re poşeta tylol hot vekin û berdin nav ava kelandî. dû re kefçî di navda çar penc cara bi gerîne û vexwin. poze weyê vebi û hûn ê hinek rehet bikin. ev derman semptomên nexweşiyê kêm dike, lê tedawi nake. |
|
12.01.2014 14:55 |
selpakfiroş
|
3. îlaca ku dema sermayê digirim an jî dema dibim grîp weke çayê vedixwim e. ji ber ku tê de antîhîstamînîk heye û xewa mirov tîne. lê dîsa jî rojên nexweşiyê de wek rizgarkerê mirov e. |
|
12.01.2014 17:38 |
brusk56
|
4. rast e. dermana şewbê ye. an jî em bêjın ji bo sistkirina gazincên şewbê tê bikarabnîn û encamên wê dermanê baş e. lê divê merivekê biaqil ji gelê me re bêje ku tylol hot ne dermanê her nexweşiyê ye. wele weke şekir dixwin. min li welatên din tiştekê welê nedîtiye heyran. |
|
12.01.2014 21:23 |
bilîs
|
5. bi kêrî du qurûş û nîva nayê |
|
06.12.2014 12:20 |
diyako47
|
6. bi kêrî 5 quruşan tê* henek li aliyekî min yekemcar îsal dema ku ez bapêşê ketim, bi kar anî, kêrî mere tê. nexweşiyê siviktir dike. bijî tylol bijî hot* |
|
06.12.2014 12:22 |
mergehez
|
7. dermana ku li gor hîn îddiayan ji xwîna mirov re nebaş e. |
|
06.12.2014 23:17 |
oxir
|
8. Dermanê serd û grîpî yo. Kamcî wext serd bigêra bide biresa nê dermanî gêna awa germ mîyan de helnena û wena. Ganê mi bide yeno. Zafî reyan mi nêweşî ra rew xelisneno. |
|
18.10.2021 01:11 ~01:12 |
kajav
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
amedspor [1] |
|
têkiliyên ensest [3] |
|
qijika reş [1] |